Facebook Yorumları
  • comment image

    karabetê xaço ve başka bazı dengbêjlerin hakkında klamlar yaktığı olayın kahramanıdır. salihê kevirbirî'nin "filîtê quto" adlı kitabında uzun uzun anlattığı hikayenin özet bir çevirisini verip aynı olay için söylenen iki farklı klamı da sözleriyle aktarmaya çalışacağım. iki versiyon iki ayrı aşiretten taraf dengbêjler tarafından söylendiği için içerik itibari ile farklıdırlar.

    filîtê quto garzan bölgesinin qubîn yani bugünkü adıyla batman beşiri ilçesinde yaşayan reşkotan aşiretinin önde gelenlerindendir. bu aşiretin en önemli özelliklerinden biri 1915 dolaylarında civardaki ermenileri korumasıdır. karabetê xaço'da bunlardan biridir. karabet uzun süre filite quto'nun oğlu hesenê filît` için dengbejlik yapmıştır. daha detaylı bilgi için: (bkz: karabete xaço).

    klamların anlattığı olay filîtê quto ile bitlis civarında etkin olan aşiretlerden biri olan etmankan aşiretinden mamê emê arasında geçen "şerê kîrê" olarak bilinen çatışmadır. hikaye ise kısaca şöyledir. mamê emê kervan ticareti ile uğraşan biridir. bitlis civarında kervanı yükledikten sonra diyarbakır'a satmak üzere yola çıkarlar. güzergahları gereği garzan bölgesinden geçeceklerdir. kervanları beşiri civarında filît'in köyü olan tapî'de mola verir. bu sırada su yada ayran istemek için filîtê quto'nun köyüne giderler (köy derken göçebe bir aşiret olduğu için çadırların olduğu yer demek daha doğru) ve burada aralarında küçük bir tartışma çıkar ancak olay çok büyümez. daha sonra kervanı alıp diyarbakır'a giderler ve mallarını burada satarlar. burada mamê emê'nin yeğeni êli çarşîya şewitî'den bir tüfek satın alır. kervan geri dönmek üzere yola çıkar ve güzergah yine filîtê quto'nun yaşadığı garzan bölgesidir. gece vakti beşiri'ye bağlı bilêyder köyü yakınında konaklarlar. sabah olunca'da yola koyulurlar ancak karşılarına filitê quto çıkar. filît kervan giderken yaşadıkları tartışmayı unutmamış ve dönerken intikam için haraç ister kendilerinden. filît bu esnada mamê emê'nin yeğeni êlî'nin omuzunda tüfeği görür ve onu ister. tabi silahı haraç olarak vermek pek uygun olmayan bir davranış olduğu için bunu reddederler. hatta hakaret içeren bir şekilde "bu tüfek ancak annenin başlık parası olabilir" der. tartışma büyür ve mamê emê yeğeninden aldığı tüfekle filîte quto'yu atının üstünde vurur. bundan sonra etmankan'ların kervanı uzaklaşmaya çalışır. reşkotan aşireti ise filîtê quto'nun intikamını almak için peşlerine düşerler. civardaki başka önemli insanlarda araya girip durumu düzeltmeye çalışır ancak reşkotanlar etmankan aşiretinden kervanda bulunan 55 kişiden mamê emê dahil 52'sini yakalayıp öldürür, sadece 3 kişi geri dönebilir. etmankan aşireti'de toplanıp intikam almak için yola çıkar ancak misric civarında bölgedeki diğer aşiretler onları gitmemeleri için ikna eder. çünkü reşkotan aşiretide oldukça hazırlıklıdır ve çok daha büyük çatışmalar çıkabilir. hakkında klamlar yazılmış hikaye işte böyledir. olay benim tahminimle 1910-1920 tarihlerinde geçmiş olması gerekir. çünkü karabete xaço uzun yıllar filît'in oğlu için dengbejlik yapmıştır ve karabetê xaço'nun doğum tarihinden böyle bir tahmin yapılabilir.

    ilk olarak karabete xaço'nun söylediği versiyonun sözlerini verelim.

    http://www.youtube.com/watch?v=osfifxlxlz4

    *
    hey lo hey lo hey lo hey lo hey
    heylo heylo heylo heylo şem rebenê...
    şemê digo: filîto lawo
    li maltîka malê xwe yo
    daniyê kaniya badereşê
    lawo ser avêyo şemê rebenê
    dibê: filîtê quto gelo digere
    dîsa li xirabiyê şemê rebenê
    şemê digo: filîto lawodilê minê wê dil dibêyo
    ne min go: neçe pêşiya van terş û talanan
    de terş û talişî gune ne
    çavê jin û zarokê wana
    li rê ne lo şemê rebenê

    heylo hey lo hey lo hey lo...
    şemê digo: filîto min go:
    lawo karwan hato ji bilêderê
    mamê elî etmankî
    bi sê denga dikir gazî
    li xulam û xizmetkara digo:
    bavê kî no hûnê bara bi qelêbin
    bikevine berê min ê rojekê
    dua dikir serê min û filîtê quto kurê şemê
    li parava qîre dîsa li vê derê şemê rebenê
    li parava qîre dîsa li vê derê şemê rebenê

    şemê digo: filîto lawo
    min go ji pozê qîre
    heta delana paşo çend neqeb e
    dibê mertela bavê hesen lawo gelo
    sorî gulkî bi kokeve
    herçî şerî bavê hesen tê de ye daîm
    qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê
    qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê

    filîtê quto bi sê denga dikir gazî
    li mamê elî etmankî
    digo: lawo hêstira pêşîn
    hêstira paşîn deyne baca rêyo
    xulam û xizmetkara digot:
    gelo gelî xulaman
    hûnê hêstira pêşîn hêstira paşîn
    bidine filîtê quto
    bila bibe qelenê diya xwe ye wî şemikê
    lê şemê rebenê

    şemê digo: filîto lawo
    roja me derketî wî ji alê torê
    şewq û şemala xwe da pozê seydim qasim
    tapiya bir û mertela bavê hesen gurkê donê
    ji xêra mala xwedê ra gavê bavê hesenî
    talek û pêşîr tenî
    bira tê biketa çend peyayê mala hesen korê
    şemê rebenê.

    şemê digo: filîto lawo
    karwan temam dibê wê karwanî ne
    bira ji mamê elî etmankî
    pêştir karwan û bazirgana
    li welat û şaristana negerîne
    îro derbekê dayê bejn û bala filîtê quto
    li bavê hesenî tal e û koka mêra ji
    mala wana ditepîne lê şemê rebenê
    *

    şimdide serhat yöresinden cahîdê dengbêj söylediği versiyonu verelim. bu versiyonun internet ortamında herhangi bir kaydını bulamadım.

    *
    hey lo hey lo hey lo
    hey lo hey lo hey lo
    lo lo filîto lo lawo rabe
    îro karvanî berxê min karvanî êvar e lawo
    karvanê me bar kir bi royê re qet dananîn
    kevanê qîre kaniya mîrê pira batmanê vegeriya
    xwe ser paşiyê danî
    filîto lo lawo li dinyayê hewqas geriyam
    tu çiqas xortekî ehmeqê nezanî
    lawo bi çi aqilî tu hatiyî pêşiya vî karwanî
    te serê bacê çi zû berda ser erwanî
    cara vî carî gava tu ji ber devê bazinbeleka
    van egîtan û xweşmêran xilas bibî
    lo lo filîto lawo
    bila wê gavê dayîka te yê şemê bibêje
    berxê teze minê çoka xwe danî te aniye berxêêêê

    hey loooo
    lawo rabe dilê min dibêye
    sed carî dilê min dibêye
    filîtê quto go: şemê lê dayê xwedê dizane
    karwanekî jor de hatî ajotî benda rê ye
    ez rabim herime pêşiya vî karwanî
    jê bistînim bac û xeraca serê rê ye
    şemê lê dayê nizanim îro tu ji min re çi dibêjî dayêê
    şemê go: filîto lawo
    mekê ko heye mala xwedê ye
    ew karwanê hanê karwanê emê mamê ginê ye
    min ji berê de seh kiriye
    hetanî extermê xwe
    mêrê xwe nede kuştinê
    lawo malê xwe li xelkê belav nake
    nake bac û xeraca serê rê ye
    filîtê quto go: şemê lê dayê
    rabe ji boyî vê gotina teyê hanê
    ev bi sê telaqê fitûye
    ku jin diçe mala bavê ye
    ez rabim herime pêşiya vî karvanî
    jê bistînim bazinbeleka milê wî
    ku navê wî bûkê ye
    lê lê dayê yan cinazê min li meydanê dikeve
    yan ezê bistînim bazinbeleka milê emê
    ku navê wî bûkê ye
    berxêêê bê wêêêêîîî

    şemê go: filîto lo lawo bes e
    ji êvar da min hêvî kir
    çiqas min bi te da hêvî kir
    min dî filîtê min ê quto rabû
    bazbend girê da hemayîl ji bîr kir
    berê xwe dabû pozê qîrê kevanê
    li delana paşo li pira batmanê
    xwedê dizane qesta emê
    beranê kejê qemerê serbirêşî kir
    filît çû pêşiya emê go: emê lawo
    dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye
    lawo ez hatime pêşiya we ji we distînim
    bac û xeraca serê rê ye

    emê go: filîto lawo
    hestirekî ji qola dawiyê
    yekî ji qola ortê
    yekî ji qola paşiyê
    bigire ji xwe re bike
    lawo bac û xeraca serê rê ye
    ergê tu ji malê dinyayê feqîrî lawo
    bajo bajara hevraz ji zariyê xwe re
    bike xerc û mesrefa malê ye
    filîtê quto go: emê lawo
    her sê hêstir ji xwe malê min in
    çavê min li tivinga milê apê te ye mamê ye
    ku navê wî bûkê ye

    emê go: filîto lawo ji xwedê bitirse
    kesî hê salixa me neda
    xelkê li dinyayê ji me standiye
    bac û xeraca serê rê ye
    sibê lawo bazinbeleka milê xwe bidime te
    daketime milê reşkotiya
    xelk wê ji min re nebêje:
    ‘kanî bazinbeleka milê te?
    lawo ezê çi bidim cewaba
    qîz û bûkên êlê ye berxêm

    emê dibê: filîto lawo
    go bila di destê min da dimîne
    ezê bibêm lawo
    karwanê me çû serhedê
    min li wê derê apê xwe yê mamê zewicandiye lawo
    min bazinbelekê da ser qelenê diya filîtê quto
    bê ko navê wê şemê ye berxêêêêê
    bê wêêêê
    ax hey lo hey lo hey lo hey lo
    oo lo filîto lo lawo pêşî da te qet nego
    karwanî le lawo kesî re ye

    hey loooo
    emê ji wê derê vegeriya
    cem apê xwe yê elî
    go apo dilê min dibê ye
    sed carî dilê min dibê ye
    apo sêwiyê şemê hatiye pêşiya me
    ji me distîne bac û xeraca serê rê ye
    min jê re pêşkêşa wî daniye
    meya xeco hêstira navê wê hedo ye
    ewî ji min re gotiye çavê min
    li tivinga milê apê te mamê ye
    ku navê wî bûkê ye apo
    ez hatime tu ji biraziyê xwe re
    çi dibêjî apo

    elî dibê: de lo lo
    de lo lo de lo lo de lo lo
    elî dibê: emê lawo
    hêvî û gumana min heye ji rebê alemê
    belgî apê te yê kalê xêrê
    ji serê te nebîne
    gava ko apê te yê kalê
    van xeberan û galegalan seh kiriye
    şeş sed û şêşt û şeş damarê mêraniyê
    ji nava pişta apê te rabûne
    fûrtê serê apê te rabûne mînanî şûjinan
    lawo tu rabe lez ke bilezîne lawo
    xwe bi ser barê hêstira dawiyê bigîne
    bazinbelekê bi tevî gule barûda
    ji apê xwe re bîne
    eva ne tewelî çêkirina nava
    qîz û bûkên êlê nîne
    eva milhejandina li nava êlê nîne lawo
    ev li kûrana reşkotan
    lawo xwedê dizane qey tu nizanî
    şerê filîtê qutoyê delûdîn e

    rabe lawo lez ke bilezîne
    tu bazinbelekê tevî gule barûdan
    ji apê xwe yê kalê re bîne
    apê te yê kal nizanibû lawo
    li sonya emrê xwe de li pozê qîre kevanê
    orta meydanê mêra bikuje
    lawo bike oxlemeye berxêêêêê
    bê wêêheêhe
    ax hey lo hey lo hey lo hey lo
    hey lo hey lo hey lo hey lo
    lo lo filîto lo lawo te qet nego
    karwanî le lê lawo kesî re ye
    *


    (kikuchiyo - 8 Temmuz 2011 01:38)

Yorum Kaynak Link : filite quto